Ji ber we, gava Şex Seid Efendibere xwe da Diyarbekire ü denge Dimiliyan bilind bü gotin; Prodo paşa çinyo. Ev ji bo xelasiya ji bin zilm ü zora dewlete, ji min re ji bü heviyek. Şex Seîd Efendi li hemberi zilm ü zordarîye serî hildabü. Ji ber we hemü qaçax ü firaren dewlete tevli muriden Şex bübün ü bi halanen Prodo paşa çinyo ji her du helen Dîjleye ve ber bi başür ve dikişiyan. Ji wan qaçaxan yek je ji ez büm. Gotinen Şex wek şir ü şekir bün. Me ye xwe ji bin ve zilm ü zordestîye rizgar bikira. Edi em e bixwe bübûna xwedîye hikmat ü dewlete. Edi beg jî em bün, paşa ji em bün. Ma ji veya xweştir! Me ye bi kevirekî du-se qüç xera bikira ü di şüna qüçan de qesr ü qonax ava bikirana. Ji bo van xewn ü xeyalen xweş, em ji çiya daketin deşte ü qefle bi qefle gihan ber bedenen Diyarbekire.
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786057497772 |
Yayın Tarihi |
:2020-11-23 |
Yayın Dili |
:Kürtçe |
Baskı Sayısı |
:2.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:184 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:Kitap kağıdı |
Boyut |
:135 X 210 |